Raporek ji girtina çar mamosteyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve

08 December 2024 17:22

Hengaw; Yekşemî 8ê Kanûna 2024an

Bi girtina mamosteyek din ê Kurd û xelkê bajarê Kamêranê yê bi navê “Umîd Hamidî” ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve, hejmara mamosteyên hatinî girtin li du bajarên Seqiz û Kamêranê giha bi çar kesan. Berê Hengawê raporek ji girtina her yek ji Hemîd Ezîzî ji Kamêranê û Azad Xadem û Ebdulah Kerîm Gulan ji Seqizê belav kiribû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 7ê Kanûna 2024an, Umîd Hamidî, maosteyê xwendingeha Şahid a Kamêranê hate girtin. Girtina vî mamosteyê Kurd li ser cihê wanegotinê hatiye rûdan û hêzên îdareya Îtilaatê piştî binçavkirinê, navbirî bo mala wî veguhastine û piştî vekolîna tevaw a mala wî, dest danîne ser tiştên wî yên kesî.

Berê, roja Sêşemî 3ê Kanûna 2024an, Hemîd Ezîzî, derçûyê doktoraya Zanistên Ragihandin û Medya ya zanîngeha “Elame Tebatebayî” ya Tehranê û ji mamostayên Perwerde û Hînkarî li bajarê Kamêranê, piştî bangkirin û serdankirina Parastinê ya îdareya Perwerde û Hînkarî ya vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hetibû veguhastin.

Hemîd Ezîzî wek mamoste li du dibistanê gundên “Palingan” û “Gazerxanî” mijûlê dersdanê bûye.

Herwisa roja Duşemî 25ê Mijdara 2024an, Ebdulah Kerîm Gulan û Azad Xadem, du mamosteyên dibistanê yên welatiyên bajarê Seqizê li vî bajarî hatibûne girtin.

Di vê navberê de, Ebdulah Kerîm Gulan roja 6ê Kanûna 2024an, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan û sê mamosteyên dinê li girtîgehên saziyên ewlehî li Sinê têne ragirtin.

Heta dema belavbûna vê raporê, ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî mamosteyê Kurd hatinî sepandin, ti zanyariyek serast ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin