Girtîgeha Nexedê; Eyûb Demawendî bi tohmeta sîxurîkirinê bi 5 sal girtîgehê hate sizadan
Hengaw; Yekşemî 8ê Kanûna 2024an
Eyûb Demawendî, welatiyê Kurd ê xelkê Pîranşarê û girtî di girtîgeha navendî ya Nexedê de, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta “sîxurîkirin bo Îsraîlê” bi 5 sal û 15 roj girtîgehê hate sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Eyûb Demewendî yê welatiyê xelkê gundê “Dêlzê” yê ser bi bajarê Pîranşarê ku ji çar mehên borî ve di girtîgehê de ye, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer Dostî bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" 5 sal û 15 roj sizayê girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Eyûb Demawendî berê li rêkefta 1ê Tebaxa 2024an, li êrîşa hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser mala wî û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatibû girtin.
Ev welatiyê Kurd di dawiyê de piştî mehek binçavkirin û lêpirsînê li girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê li rêkefta 1ê Îlona 2024an bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû veguhastin.
Hêjayî gotinê ye ku, Eyûb Demawendî di heyama girtina xwe de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û mafê hevdîtin bi malabata xwe re bêpar bûye û ji dema girtinê ve heta niha jî bo mirexesiyê nehatiye şandin.