Azad Ebasî, girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha Qurwê rastî lêdan û kutanê hat
Hengaw; Şemî 23ê Mijdara 2024an
Azad Ebasî, mamosteyê zimanê Kurdî û Serokê Desteya Birêveberî ya Saziya Sivîl a "Nûjîn"ê û ji girtiyê tevgera "Jin Jiyan Azadî" ku 23ê roj ji sizayê xwe yê salek girtîgehê li girtîgeha navendî ya Qurwê derbas dike, du caran ji aliyê parêzerê beş û girtiyên dinê ve rastî lêdan û kutanê hatiye û bi bê ti pêregihîştineke pizîşkî û yasayî bo nava bendê hatiye vegerandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 19ê Mijdara 2024an, Azad Ebasî, çalakvanê medenî û siyasî yê girtî di beşa giştî ya girtîgeha navendî ya Qurwê de ji aliyê parêzerê xwe û hejmarek ji girtiyên tawanên asayî ve rastî lêdanê hatiye û birîndar bûye. Ev welatiyê Kurd tevî derbasbûna çar rojan hê jî bo navendên dermanî nehatiye veguhastin û kombûna Pizîşkê Yasayî jê re nehatiye lidarxitin.
Azad Ebasî piştî ku birîndar bûye, ji berpirsên girtîgehê daxwaza lipeyketin û lêkolîna kamerayan kiriye, lê bêyî lêpirsînekê piştî midehekê bo cara duyem bo beşa girtîgehê hatiye vegerandin û vê carê jî bi tundî êrîş li dijî wî hatiye kirin û bi şikestinan filaskê çayiyê li ser wî hatiye şewitandin.
Hêjayî gortinê ye ku, ev girtiyê siyasî bi bê berçavgirtina bingeha cudakirinê ya tawanan, heyama sizayê girtîgeha wî li beşa giştî ya girtîgeha Qurwê digel girtiyên tawanên asayî derbas dike û bi tenê girtiyê siyasî yê vê girtîgehê tê hesibandin.
Di vê dawiyê de sizayê sê sal girtîgeha vî çalakvanê medenî ji aliyê Dadgeha Pêdeçûnê ve bi salek girtîgehê hatibû kêmkirin. Navbirî berê ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya 2 a Dêwulanê ve bi tohmeta “bêrêzîkirin bi rêberê Komara Îslamî ya Îranê” 2 sal girtîgeh û bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” salek girtîgeh û bi giştî sê sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin ku li gorî yasaya Serhevkirina Sizayan, sizayê herî giran wate du sal girtîgeh ji bo navbirî diviya bi rê ve çûba. Niha ev sizaye li pey hev bi 8 meh û 4 meh girtîgehê û bi giştî bi salek girtîgehê hatiye kêmkirin.
Azad Ebasî roja Pêncşemî 31ê Cotmeha 2024an, piştî gazîkirin bo navenda Birêvebirina Sizayan a Qurwê ji bo derbaskirina heyama girtîgeha bi ser de hatî sepandin hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin.
Azad Ebasî di heyama salên borî de çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û cara dawî di 18ê Îlona 2023an de û hevdem digel salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî hatibû girtin.
Hêjayî gotinê ye ku Azad Ebasî di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de jî digel birayê xwe yê bi navê Sîrûs Ebasî hatibûne binçavkirin û piştî 3 mehan bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Sinê hatibûne berdan. Navbirî di dawiyê de ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Keyferî ya Dêwulanê ve bi 6 sal û 4 meh girtîgehê hatibû sizadan.