Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Simko Yûsifî, mamosteyê zimanê Kurdî li Bokanê

26 May 2025 18:35

Hengaw; Duşemî 26ê Gulana 2025an

Simko Yûsifî yê naskirî bi Simko Selamet, nivîskar, helbestvan, çalakvanê sivîl û mamosteyê zimanê Kurdî yê xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve bi awayekî tuntûtîjî hate girtin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 26ê Gulana 2025an, Simko Yûsifî yê çalakvanê sivîl û jîngehparêz û mamosteyê zimanê Kurdî bi êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî li bajarê Bokanê hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane Simko Yûsifî binçav kirine û mala wî jî vekolîn kirine û dest danîne ser telefona wî û telefona hevjîn û zarokên wî.

Hêjayî gotinê ye ku, Simko Yûsifî ji endamê sereke yê Encumena jîngehparêzî ya "Jînbanan" a Bokanê ye.

Simko Yûsifî piştî girtinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin