Celal Wefayî û Ferdîn Wefayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Bokanê hatine girtin

26 May 2025 18:42

Hengaw; Duşemî 26ê Gulana 2025an

Du birayên xelkê Bokanê yên bi navên Celal Wefayî, mamosteyê zimanê Kurdî û Ferdîn Wefayî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 26ê Gulana 2025an, Celal û Ferdîn Wefayî, birayên xelkê Bokanê li vî bajarî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.

Di vê navberê de, Celal Wefayî yê mamosteyê zimanê Kurdî, berê jî bi sedema çalakiyên xwe hatibû girtin û hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derbarê sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van her du welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin