Çar mamosteyên Kurd ên xelkê Dîwanderê bi derxistin û dûrxistinê hatine sizadan

09 December 2024 11:10

Hengaw; Duşemî 9ê Kanûna 2024an

Çar mamosteyên Kurd ên xelkê bajarê Dîwanderê yên bi navê Umîd Şahmihemedî, Kawe Mihemedzade, Perwîz Îhsenî û Hîwa Qureyşî ji endamên taya Dîwanderê ya Encumena Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdistanê ji aliyê Heyeta Pêregihîştin bi şaşiyên fermanberên Perwerde û Hînkariyê bi derxistina li ser û dûrxistinê hatine sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 7ê Kanûna 2024an, Umîd Şahmihemedî, Kawe Mihemedzade û Hîwa Qureyşî sê mamosteyên xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê Heyeta Pêregihîştin bi şaşiyên fermanberên Perwerde û Hînkariyê ve ji kar hatine derxistin. Herwiha Perwîz Îhsenî bo heyama pênc salan bo bajarê Qurwê hatiye dûrxistin.

Perwîz Îhsenî, Kawe Mihemedzade û Hîwa Qureyşî berî niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi tohmeta "hewldan li dijî ewlehiya netewî" bi rêya endametî di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi serokatiya dadwer Husên Seîdî bi 5 sal sizayê girtîgeha "ragirtî" û Umîd Şahmihemedî bi 5 sal sizayê girtîgeha "teizîrî" hatibûne sizadan.

Ev çar mamosteyên Kurd, roja Çarşemî 26ê Gulana 2022an, digel mamostayekî din ê bi navê Osman Rizayî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi lêdan û kutanê û vekolîna malên wan û tundûtîjiya fizîkî bi hevjînên du kes ji wan re hatibûne girtin.

Osman Rizayî roja Şemî 18ê Hezîrana heman salê bi danîna barimteya 250 milyon Tumenî hatibû berdan û çar welatiyên dinê jî piştî 76 roj ji binçavkirinê li 30ê Tebaxa 2022an bi danîna barimteya yek milyard û nîv Tumenî bi awayekî mercdar û demkî ji girtîgeha îdareya Îtilaata Sinê hatibûne azadkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, van welatiyan di heyam binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û mafê hevdîtin bi malbatên xwe re hatibûne  bêparkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin