Raporek li ser kuştina Kameran Ekberî ji mamosteyên perwerde û barhênanê di nerazîbûnên Kirmaşanê de
18 January 2026 11:26
Hengaw; Yekşemî 18ê Çileya 2026an
Kameran Ekberî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Şabadê û ji mamosteyên Fermangeha Perwerde û Barhênanê, li meşa nerazîbûnên girseyî li Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî yên serkutker hate kuştin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 8ê Çileya 2026an, Kameran Ekberî yê 45 salî, mamoste û bavê zarokekî, xelkê bajarê Şabadê, li meşa nerazîbûnên girseyî li bajarokê Îlahiye yê ser bi Kirmaşanê, bi teqeya rasterast a hêzên serkutkar ên hikûmetî hate kuştin.
Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, Kameran Ekberî ji mewdayeke nêzîk ve û bi çeka şer ji beşa zikê xwe ve bûye armanca guleyan.
Source: Hengawê Kurdî