Girtîgeha Zahidan; Sizayê darvekirina sê girtiyan hate birêveçûn

09 December 2024 11:33

Hengaw; Duşemî 9ê Kanûna 2024an

Sizayê darvekirina du girtiyên Belûç yên bi navên “Umîd Husênzayî” û “Xudabexş Qenberzehî (Berahî)” digel girtiyek din ê bi paşnavê “Rexşanî” ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizada, li girtîgeha navendî ya Zahidanê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 9ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina sê girtiyan yên bi navên Xudabexş Qenberzehî yê 40 salî û bavê 8 zarokan, Umîd Husênzayî yê 33 salî û bavê zarokekê û Rexşanî (navê wî nediyar e) û her sê kes xelkê Zahidanê li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn.

Pêka nûçeya “Halweş”ê ku nûçeya navçeyên Belûçistanê belav dike, Xudabexş Qenberzehî û Umîd Husênzayî du sal berî niha di du dosyeyên cuda de hatibûne girtin û ji aliyê Dadgeha Şoreş a Zahidanê ve bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan. Ev sê girtiyane roja borî dawî hevtîn bi malbatên xwe re encam dane.

Nûçeya darvekirina van sê girtiyane, heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin