Pîranşar; Rehman Qadirî bi 8 meh girtîgehê hate sizadan
Hengaw; Duşemî 9ê Kanûna 2024an
Rehman Qadirî, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Pîranşarê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" 8 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Rehman Qadirî yê welatiyê temen 25 salî û rûniştiyê gundê "Endîzê" yê girêdayî bajarê Pîranşarê ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Keyferî ya Du ya vî bajarî ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" bi heşt meh girtîgehê hate sizadan.
Li gorî çavkniyeke agehdar, kombûna pêregihîştin bi tohmetên vî welatiyê Kurd li 5ê Kanûna îsal di Taya 102 de hatiye lidarxistin û sizayê hatî dayîn roja Yekşemî 8ê Kanûna 2024an ji navbirî re hatiye ragihandin.
Ev welatiyê Kurd roja Duşemî 12ê Tebaxa 2024an, piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaata Pîranşarê hatibû girtin û di dawiyê de piştî 90 roj ji binçavkirinê roja Şemî 9ê Mijdara 2024an, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû berdan.