Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya bi darvekirinê hatî sizadan zêdetirî heft meh in ji mafê hevdîtinê hatiye bêparkirin

09 December 2024 23:10

Hengaw; Duşemî 9ê Kanûna 2024an

Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd a dakokîkera mafê jinan û endama Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ku bi darvekirinê hatiye sizadan, zêdetirî heft meh in ku ji mafê destpêkî yên hevdîtina rûbirû hatiye bêparkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Wirîşe Muradî, girtiya siyasî ya Kurd û xelka bajarê Sinê ku niha di girtîgeha Êvînê de ye, heyama 218 rojên derbasbûyî ji mafê hevdîtin bi malbata xwe û herwiha parêzerên xwe re hatiye bêparkirin.

Bêparbûna Wirîşe Muradî ji mafê hevdîtinê bi fermana dadwer “Ebulqasim Selewatî” hate destpêkirin û bi zext û givaşên wî herwisa berdewam e.

Ev girtiya siyasî roja Pêncşemî 10ê Cotmehê û hevdem digel roja cîhanî ya “Roja Cîhanî ya Hemberderketin Li Dijî Sizayê Darvekirinan” bi nîşaneya nerazîbûnê derheq dana sizayê darvekirinê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bo heyama 20 rojan dest avêtibû bi gireva birçîbûnê.

Wirîşe Muradî Mijdara îsal ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Ebulqasim Selewatî” bi tohmeta “bexî” bi rêya endametî di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de bi darvekirinê hatibû sizadan.

Dawî kombûna pêregihîştin bi tohmetên Wirîşe Muradî li rêkefta 5ê Cotmeha 2024an bi rê ve çûbû û parêzerên wê di yekemîn kombûna dadgehê (16ê Hezîran) de û kombûna duyem jî mafê lêkolînkirin li ser dosyeya wê tine bûne.

Herwiha Wirîşe Muradî ji mafê berevanîkirin ji xwe di dema dadgehê de hatibû bêparkirin.

Navbirî Mijdara Îsal di dosyeyeke hevpar de digel çar girtiyên siyasî yên binçavkirî li girtîgeha Êvînê ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Du ya Civata Dadwerî ya Qudsa Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Ebulfezl Amirî Şehrabî” bi 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Wirîşe Muradî roja Sêşemî 26ê Kanûna 2023an, piştî 5 meh binçavkirinê di odeya takekesî de ji girtîgeha Wezareta Îtilaatê naskirî bi benda 209 a girtîgeha Êvînê bo benda jinan hatibû veguhestin.

Navbirî di navîna Tebaxa 2023an, piştî lêpirsîn û îşkecekirin li girtîgeha îdareya Îtilaata Sinê bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hatibû veguastin.

Wirîşe Muradî roja Sêşemî 1ê Tebaxa 2023an, li ser rêya Merîwan bo Sinê ji aliyê hêzên ewlehî yên Wezareta Îtilaatê ve hate revandin û navbirî di dema revandinê de bi tundî rastî lêdanê hatibû û bi bê wê ku bê dermankirin bo girtîgehê hatibû veguhestin.

Li gorî rapora berê ya Hengawê, îşkenceyên li ser Wirîşe Muradî li girtîgeha Îtilaatê li Sinê ewqas giran bûne ku wê carekê xwîn vereşandibû û bi tevahî ji  hişê  xwe  çûbû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin