Merîwan; Sizayê 37 meh girtîgeh bi ser Heyder Fetahî de hate sepandin
Hengaw; Duşemî 9ê Kanûna 2024an
Heyder Fetahî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve 37 meh sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Heyder Fetahî yê 43 salî û xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi tohmeta “hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” 37 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin û ev sizaye bi fermî jê re hatiye ragihandin.
Heyder Fetahî, roja Yekşemî 9ê Hezîrana 2024an, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li cihê karê xwe hilkeftî li sêrêya Nê ya vî bajarî, bi bê hebûna belgên yasayî hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin. Navbirî piştre bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.