Birêveçûna sizayê darvekirina sê girtiyan ji wan hevwelatiyek Efxanî li girtîgeha navendî ya Qumê
Hengaw; Sêşemî 10ê Kanûna 2024an
Sizayê darvekirina girtiyek xelkê Efxanistan ê bi navê Ebdulmehdî Raşidmîrî û du girtiyên din ên bi navên Seîd Mutî`i û Esxer Remezanî li girtîgeha navendî ya Qumê hate birêveçûn. Ev girtiyane berê bi tohmeta “kuştina bi qest û madên hişber” bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 10ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina 3 girtiyan bi navên Seîd Mutî`i yê 41 salî ji Qumê, Ebdulmehdî Raşidmîrî yê 30 salî û ji Mezar Şerîfa Efxanistanê û Esxer Remezanî yê 34 salî û ji Mahdeşta Kerecê li girtîgeha navendî ya Qumê hate birêveçûn.
Seîd Mutî`i, bo heyama 7 salan reviyabû Tirkiyê û sala borî bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, Seîd Mutî`i hevdosyeyê Nasir Etarod bû ku roja 14ê Gulanê li girtîgeha navendî ya Qumê hatibû darvekirin û nûçeya darvekirina Nasir Etarod berê ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve hatibû belavkirin.
Herwisa Ebdulmehdî Raşidmîrî sê sal berî niha bi tohmeta kuştina bi qest hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Esxer Remezanî, girtiyê dinê jî, ji 2 sal berî niha ve hatibû girtin û bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û hilgirtina du lib çek hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, li medyayên hikûmetî û bi taybet medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.