Bokan; Sizayê 6 meh girtîgeh bi ser Hejar Sultanî Azer de hate sepandin

11 December 2024 12:42

Hengaw; Çarşemî 11ê Kanûna 2024an

Hejar Sultanî Azer, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê ku Cotmeha îsal hatibû girtin û bi danîna barimteyê hatibû berdan, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sizayê 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Hejar Sultanî Azer, welatiyê xelkê Bokanê ji aliyê Taya 104 a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” sizayê 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Hejar Sultanî Azer roja Yekşemî 6ê Cotmeha 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna belgên yasayî hatibû girtin û piştî 8 roj ji binçavkirinê li rêkefta 14ê Cotmehê bi danîna barimteyê heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin