Bokan; raporek ji girtin, îşkencekirin û derçûna sizayê girtîgehê bo Diyako Yezdanpenah

20 June 2025 11:39

Hengaw; Înê 20ê Hezîrana 2025an

Diyako Yezdanpenah, welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate gazîkirin. Navbirî meha Hezîrana sala derbasbûyî hatibû girtin û di girtîgehê de bi awayekî dijwar hatibû îşkencekirin û piştre bi 32 meh girtîgeha sepyayî hatibû sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, vê dawiyê Diyako Yezdanpenah ê temen 29 salî û xelkê Bokanê, bi bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê, li 18ê Hezîrana 2024an bo navenda Birêvebirina Sizayên Dozgeriya Giştî û Şoreş a Îslamî ya Bokanê hatibû gazîkirin.

Ev welatiye berê 16ê Mijdara 2024an, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Duya Bokanê ve, bi tohmeta “bêrêzîkirin bi rêberê Komara Îslamî ya Îranê” bi du sal girtîgeh û bi tohmeta “neçûn bo xizmeta serbaziyê” bi heş meh girtîgeh û bi giştî du sal û heşt meh girtîgeha sepyayî hatibû sizadan. 

Ev welatiye roja Yekşemî 23ê Hezîrana sala derbasbûyî, piştî derbaskirina hefteyek îşkencekirin û girtinê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha Bokanê hatibû azadkirin.

Diyako Yezdanpenah roja Duşemî 18ê Hezîrana 2024an, piştî gazîkirin bo Polîsê Ewlehî yê Bokanê hatibû girtin û piştî çend rojan li girtîgeha vê saziyê bi tohmeta “pêwendî digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberê Komara Îslamî ya Îranê” bi awayekî dijwar rastî îşkenceya derûnî û fîzîkî hatibû. Navbirî piştî sê rojan bo girtîgeha îdareya Agahiyê hatibû veguhastin û bo heyama sê rojên dinê jî bi tohmeta “revîn ji xizmeta serbaziyê” hatibû lêpisîn û îşkencekirin û di dawiyê de navbirî bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin