Mehabad; Nasir Ehmedzade bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin

17 August 2025 19:25

Hengaw; Yekşemî 17ê Tebaxa 2025an

Nasir Ehmedzade, welatiyê Kurd ê xelkê Mehabadê, bi mebesta birêvebirina 15 meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 16ê Tebaxa 2025an, Nasir Ehmedzade yê temen 34 salî û bavê zarokekê,  bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hate veguhastin.

Nasir Ehmedzade berê bi tohmetên "hewildan li dijî asayişa netewî û hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" 39 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin. Ev sizayê hatî dayîn piştî stûxwarbûn bi dengê dadgehê bi 15 mehan hate kêmkirin.

Navbirî roja Yekşemî 26ê Çileya 2025an, di meşa êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî de hatibû girtin û 2ê Adarê piştî danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha Mehabadê hatibû berdan.

Nasir Ehmedzade êvareya roja Şemî 13ê Tebaxa 2022an jî, li şeqameke bajarê Mahabadê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin.

Ev welatiyê Kurd di dawiyê de roja Yekşemî 3ê Îlona 2022an, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî ji girtîgeha Mahabadê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin