Urmiye; Şehram Hatemî, çalakvanê medenî yê Kurd bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

01 September 2025 20:05

Hengaw; Duşemî 1ê Îlona 2025an

Şehram Hatemî, çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê Urmiyê bi mebesta birêvebirina sizayê şeş meh girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 30ê Tebaxa 2025an, Şehram Hatemî yê çalakvanê sivîl yê xelkê Urmiyê bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.

Şehram Hatemî li 19ê Gulana îsal ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi 2 sal girtîgeha sepiyayî, 2 sal bêparbûn ji çalakiyên nav torên civakî û destdanîn bi ser telefona kesî wekî emraza tawanê hatibû sizadan. Ev sizaye piştre ji aliyê Dadgeha Pêdaçûnê ve bo 6 meh û rojek girtîgehê hate kêmkirin.

Ev tohmetên ku li diî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin, “piropagende li dijî Komara Îslamî ya Îranê, belavkirin û piropagendekirin bo bêhîcabiyê, hevkarîkirin bi medyayên nerazî re û sivikatîkirin bi netewan” hatine ragihandin.

Navbirî roja Yekşemî 29ê Îlona 2024an, li meşa êrîşa hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser mala wan hatibû girtin û dest danîbûne ser kelûpelên wî yên kesî wekî leptop û telefon.

Şehram Hatemî piştî derbaskirina sê rojan bi danîna barimteya 800 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.

 

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin