Bokan; Raporek li ser girtina Hêmin Qulîzade bi mebesta birêvebirina sizayê girtîgehê

Hengaw; Duşemî 9ê Hezîrana 2025an
Hêmin Qulîzade, welatiyê Kurd û xelkê bajarê Bokanê li dawiya meha borî bo cîbicîkirina sizayê du sal girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha vî bajarî hate veguhastin û niha 16emîn roj ji sizayê wî derbas dibe.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 24ê Gulana 2025an, Hêmin Qulîzade yê xelkê Bokanê hate girtin û bo cîbicîkirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Qulîzade, Hêmin Qulîzade vê dawiyê ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Tawanan a Bokanê ve bi tohmeta "hevkarîkirin bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) re" bi du sal girtîgehê hatiye sizadan û ev sizaye tevî stûxwarbûn bi biryara dadwer, di dawiyê de bê guherinkarî maye. Ebdulah Qulîzade, bavê navbirî di vê dosyeyê de hatiye dûrxistin.
Hêmin Qulîzade roja Şemî 3ê Şibata 2024an, di mala xwe de li bajarê Bokanê digel bavê xwe yê bi navê Ebdulah Qulîzade hatibûne girtin.
Hengawê berê pêka çavkaniyeke agehdar nivîsîbû ku, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran di dema binçavkirina Hêmin Qulîzade de, mala wî vekolîne û dest danîne ser hin kelûpelên wî yên kesî.
Navbirî piştî binçavkirinê bo yek ji girtîgehên Îtilaata Spaha Pasdaran li binkeya “El-Mehdî” li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û li dawiya meha Kanûna îsal bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.