Sînorê Newsûd; Rewşa xirab a kolberekî piştî birîndarbûn ji aliyê hêzên leşkerî ve

11 December 2024 19:44

Hengaw; Çarşemî 11ê Kanûna 2024an

Kolberekî Kurd ê xelkê navçeya Şaho ya ser bi bajarê Rewanserê yê bi navê "Mes`eb Sebzewarî" bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li navçeya sînorî ya Newsûdê yê ser bi Pawê bi dijwarî hate birîndarkirin û rewşa wî xirab hatiye ragihandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 11ê Kanûna 2024an, Mes`eb Sebzewarî yê kolberê xelkê gundê "Qişlax" ê girêdayî navçeya Şaho ya ser bi bajarê Rewanserê bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetê bi giranî birîndar bûye.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Mes`eb Sebzewarî piştî ku hatiye birîndarkirin bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, ev kolbere ji aliyê ser û rûyê xwe ve hatiye birînarkirin û rewşa wî nebaş e û asta hişyariya wî jî 3 hatiye  ragihandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin