Sine; Raporek ji girtin û nexuyabûna çarenivîsa Riza Said Mûçêşî

11 December 2024 20:02

Hengaw; Çarşemî 11ê Kanûna 2024an

Riza Said Mûçêşî, welatiyê Kurd ê xelkê navçeya Mûçêş a ser bi bajarê Kamêranê û rûniştiyê bajarê Sinê, ji sê hefte berî niha ve ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek ji çarenivîsa wî ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 21 roj ji heyama binçavkirina Riza Said Mûçêşî, welatiyê 37 salî û rûniştiyê bajarê sinê, heta nina ti zanyariyek ji çarenivîs û rewşa wî ber dest nîne.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd êvareya Pêncşemî 21ê Mijdara 2024an, li meşa êrîşa hêzên kinc şexsî yên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî bi bê hebûna belgên yasayî hatibû girtin û bo cihekî nexuya hatibû veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, lipeyketinên malbata Riza Said ji bo agehdarbûn ji çarenivîsa wî bê encam maye û saziyên ewlehî xwe ji dane her cure bersivekê di vê derbarê de dûr digirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê binçavkirin, tohmetên hatinî sepandin û cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin