Girtîgeha Urmiye; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Rizgar Beygzade Babamîrî; Sepandina tohmetên ewlehî bi ser navbirî de

11 December 2024 23:44

Hengaw; Çarşemî 11ê Kanûna 2024an

Rizgar Beygzade Babamîrî, girtiyê siyasî yê xelkê Bokanê zêdetirî 600 roj e ku di girtîgehê de ye, herwisa çarenivîsa wî nediyar e û li girtîgeha navendî ya Urmiyê tê ragirtin. Navbirî bi tohmetên ewlehî re rû bi rû bûye ku belkî bibe rastî sizayên giran bê.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Rizgar Beygzade Babamîrî yê temen 41 salî û xelkê bajarê Bokanê, salek û 7 meh û 24 roj e di girtîgehê de ye û herwisa di girtîgeha navendî ya Urmiyê de qedera wî nexuaya ye.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Rizgar Beygzade Babamîrî di berevaniya xwe de tekezî kiriye ku wî tenê hewkariya birîndarên xwenîşandana sala 2022ê kiriye û canê wan rizgar kiriye.

Ev yeka di halekê de ye ku ev girtiyê siyasî berê ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi tohmetên ewlehî yên wekî "qaçaxçîtiya starlînkan û kuştina bi qest" a kesekî yê bi navê Mihemedelî Mihemdî hatibû sizadan.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku Rizgar Beygzade Babamîrî ku bi dosyesaziyê re hatiye rûbirûbûn, bi awayekî ku ji ber kemûkuriyên eşkere yên di proseya lêkolînê de, çendîn caran bo dadgehê hatiye gazîkirin, lê heta niha ti encam bi dest neketiye.

Hêjayî gotinê ye ku, ev girtiyê siyasî, zêdetirî çar mehên destpêkî yên binçavkirina xwe li odeya takekesî di bin îşkenceyên herî dijwar de li girtîgeha Îtilaatê li Urmiyê derbas kiriye. Ziyanên dijwar ên derûnî û laşî yên Rizgar Beygzade Babamirî di girtîgehê de bûye sedema dirîna perdê guhê wî yê çepê.

Rizgar Beygzade Babamîrî, roja Duşemî 17ê Nîsana 2023an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Bokanê hatibû  rebvandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin