Girtîgeha navendî ya Bokanê; Ji ber çêkirina astengiyan bo çareseriya pizîşkî Kawe Ehmedzade jiyana xwe ji dest da

09 December 2025 22:12

Hengaw; Sêşemî 9ê Kanûna 2025an

Kawe Ehmedzade, girtiyê siyasî yê berê yê xelkê Bokanê ku çend meh berî niha bi tohmeta darayî li girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû girtin, piştî tûşbûn bi nexweşiya enflonzayê û bêparbûn ji pêragihîştina pizîşkî ya pêwîst, li vê girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 7ê Kanûna 2025an, Kawe Ehmedzade, welatiyê 54 salî yê xelkê Bokanê û bavê zarokekê, piştî ku bi nexweşiya enflonzayê ket û ji xizmetguzariyên dermanî yên pêwîst bêpar ma, li girtîgeha navendî ya Bokanê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, Kawa Ehmedzade hefteya borî ji ber tûşbûn bi enflonzayê, bo beşa dermanî ya girtîgehê hatibû veguhastin û tevî nebaşiya rewşa wî ya tendirustiyê, berpirsên girtîgehê rê li ber şandina wî bo navendên çareseriyê yên li derveyî girtîgehê girtin.

Roja Şemî 6ê Kanûnê, piştî ku rewşa vî welatiyê nebaş bû, dîsa bo beşa dermanî ya girtîgehê hate veguhastin û tenê seromek jê re hate girêdan û bo beşa girtîgehê hate vegerandin, ku di encamê de piştî rojekê jiyana xwe ji dest da.

Ev welatî nêzîkî şeş meh berî niha ji bo cîbicîkirina biryara girtinê û dayîna sizayê nexdî derbarê dosyeya xwe, ku bi tohmeta darayî hatibû girtin, bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin.

Hêjayî gotinê ye ku, Kawe Ehmedzade yek ji girtiyên siyasî yên dehikên şêstî yên Rojî bû ku berê gelek caran bi tohmetên siyasî hatibû girtin. Navbirî di salên 2009 û 2014an de du caran bi tohmeta "çalakîkirina li dijî ewlehiya neteweyî" bi rêya endamtiya di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de hatibû girtin û bi giştî nêzîkî şeş salan li girtîgeha navendî ya Bokanê girtî mabû.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin