Raporek li ser dirêjkirina biryara girtina Ferdîn Mewlûdî li girtîgeha Sine

Hengaw; Înê 1ê Tebaxa 2025an
Ferdîn Mewlûdî, girtiyê siyasî yê Kurd ê berê û xelkê bajarê Sine, zêdetirî mehekê ye ku ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye girtin û heta niha jî di girtîgeha navendî ya vî bajarî de tê ragirtin. Navbirî ji ber nexweşiyê şiyana man di girtîgehê de nîne.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, biryara girtina Ferdîn Mewlûdî, tohmetbarê siyasî yê 36 salî li girtîgeha navendî ya Sine bo cara duyem hate dirêjkirin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, Ferdîn Mewlûdî, roja Sêşemî 29ê Tîrmeha 2025an, piştî mehekê ji binçavkirinê ji girtîgeha îdareya Îtilaatê bo girtîgeha navendî ya Sine hate veguhestin. Ew di heyama şerê Îran û Îsraîlê de û girtina berfireh a welatiyan hatibû girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, Ferdîn Mewlûdî berê jî herî kêm 3 caran ji aliyê navendên ewlehî ve hatibû girtin û du caran jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatibû sizadan.