Rapora Hengaw li ser Rewşa Ebûzer Seyîdî, girtiyekî siyasî yê Kurd li girtîgeha Pawe

06 August 2025 23:05

Hengaw; Çarşemî 6ê Tebaxa 2025an

Ebûzer Seyîdî, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Selasa Bawecanî yê ser bi Parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Pawe sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepanidn derbas dike.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Ebûzer Seyîdî, girtiyê siyasî yê temen 31 salî û xelkê Selasa Bawecanî, nêzî sê meh berî niha ji aliyê Dadgeha Şoreş a Paweyê ve bi tohmeta "hevkarîkirin digel Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Navbirî roja Sêşemî 28ê Gulana 2025an, bi mebesta birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Pawe hatibû veguhastin û du meh û heşt roj e di vê girtîgehê de ragirtî ye.

Ev girtiyê siyasî berê jî, di sala 2023an de, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin û bo heyama 18 rojan li girtîgeha îdareya Îtilaata Kirmaşanê ya naskirî bi "Meydana Neftê" di bin lêpirsînê de bûye.

Nabirî piştî vê yekê bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin û piştî 12 rojan bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin