Girtîgeha Qizlihesar; Riza Melekî, girtiyê xelkê Hersînê ji ber pêrenegihîştina pizîşkî canê xwe ji dest da

Hengaw; Şemî 24ê Gulana 2025an
Girtiyekî xelkê bajarê Hersînê yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê Riza Melekî ji ber newxweşiyê û pêrenegihîştina pizîşkî li girtîgeha Qizilhesara Kerecê canê xwe ji dest da.
Pêka rapora ku gihaye bi Sazya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 22ê Gulana 2025an, Riza Melekî, girtiyê Kurd ê temen 37 salî û xelkê bajarê Hersînê ji ber nexweşiya kezebê û pêrenegihîştina pizîşkî li beşa du ya benda 15an a girtîgeha Qizilhesarê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata Riza Melekî, tevî nebûna hêviya pizîşkan ji bo berdewamiya jiyana wî, navbirî ji azadiyê û egera jinan bi malbata xwe re di dawî rojên jiyanê de hatibû bêparkirin.
Herwiha vê çavkaniyê daye zanîn ku, Riza Melekî salek berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin; lê heta niha ti kombûneke pêregihîştin bi tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin nehatibû lidarxistin.