Rêgirîkirin ji azadiya demkî ya Mehmûd Sadiqî, girtiyê siyasî yê Kurd bi nêzîkbûna dehemîn sala girtîgeha wî

Hengaw; Duşemî 13ê Cotmeha 2025an
Mehmûd Sadiqî, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Kamêranê û birayê hevjîna Heyder Qurbanî yê girtiyê siyasî yê darvekirî, di halekê de ku tenê çend roj mane derbasî nav dehemîn sala girtîgeha xwe be ji ber dijayetiya saziyên ewlehî rê ji dana mirexesiya navbirî hate girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Mehmûd Sadiqî yê girtiyê siyasî yê Kurd û girtî li girtîgeha navendî ya bajarê Sine, heyama 8 sal û 11 meh û 26 roj e ku bi bê mafê azadiya demkî derbas dike.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar û nêzîk malbata Mehmûd Sadiqî, ev girtiyê siyasî di bin givaşên berdewam de û nexuyabûna çarenivîsa wî, rewşa derûniya navbirî xirabtir kiriye.
Vê çavkaniya agehdar da zanîn ku sala derbasbûyî barimteya sed milyar Tumenî ji bo mirexesiya Mehmûd Sadiqî hatibû diyarî kirin, lê di dawiyê de wan şert danî ser têkelkirina her du dosiyeyên navbirî û ev yek jî heta niha ji ber astengiyan nehatiye bidestxistin.
Hengaw berê di raporekê de ragihandibû ku Mehmûd Sadiqî heya niha çend caran daxwaza veguhestinê bo girtîgeha Kamêranê kiriye, lê her carê ji ber dijayetiya saziyên ewleî û berpirsên girtîgehê ji vê mafê sereke yê xwe bêpar maye.
Mehmûd Safiqî, meha Şibata 2020an, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sinê ve bi serokatiya dadwer Seîdî bi tohmeta "hevkarîkirin bi bexî re" bi 25 sal girtîgehê hatibû sizadan.
Ev girtiyê siyasî yê Kurd di Cotmeha 2019an de, bi tohmeta "hevkarîkirin li kuştin û hevkarîkirin bi Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê re" ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Keyferî ya Yekem a parêzgeha Sinê ve bi 30 sal girtîgehê hatibû sizadan.
Ev girtiyê siyasî, roja 16ê Cotmeha 2016an, digel hevjînê xwîşka xwe “Heyder Qurbanî” yê girtiyê siyasî yê Kurd ê îdamkirî, di mala xwe de hatibûne girtin.
Navbirî piştî binçavkirinê heyama sê mehan li girtîgeha îdareya Îtilaata Sinê di bin zext û givaşên derûnî û fîzîkî de bû û di dawiyê de bo girtîgeha Kamêranê hate veguhestin. Navbirî piştî pênc mehan bo girtîgeha navendî ya Sinê hate veguhastin û niha jî di vê girtîgehê de ye.