Sebzewar; Girtina Muxtar Kelmîşî û Ehmed Kelmîşî du birayên Kurd û ji xizmên Xisrew Elîkurdî
Hengaw; Pêncşemî 18ê Kanûna 2025an
Muxtar Kelmîşî û Ehmed Kelmîşî du birayên Kurd û xelkê bajarê Sebzewarê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî û ji xizmên Xisrew Elîkurdî, parêzer û girtiyê siyasî yê berê ku bi awayekî gumanbar canê xwe ji dest da ji aliyê hêzên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve li ser gorê vî parêzerê hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 18ê Kanûna 2025an, Muxtar Kelmîşî û Ehmed Kelmîşî, kurxalên Xisrew Elîkurdî û xelkê Sebzewarê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, ev du birayên Kurd piştî amadebûn li ser gorê Xisrew Elîkurdî hatine binçavkirin.
Heta dema blavbûna vê nûçeyê, cihê ragirtina van du welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.