Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Jîla Teşekorî û Dilêr Selîmî, jin û mêrekî xelkê Seqizê

16 July 2025 11:07

Hengaw; Çarşemî 16ê Tîrmeha 2025an

Tevî derbasbûna 28 roj ji binçavkirina Dilêr Selîmî û hevjîna wî ya bi navê Jîla Teşekorî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, herwisa ti zanyariyek derheq çarenivîsa wan li ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî derbasbûna mehek ji binçavkirina Dilêr Selîmî û hevjîna wî ya bi navê Jîla Teşekorî yên xelkê Seqizê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve
ti zanyariyek derheq çarenivîs û cihê ragirtina wan li ber dest nîne.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî vê malbatê, Dilêr Selîmî ji heyama binçavkirinê ve heta niha ti pêwendiyeke telefonî bi malbata xwe re nebûye û Jîla Teşekorî tenê pêwendiyeke kurt a telefonî bi malbata xwe re hebûye.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev jin û mêrên ciwan ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" hatine lêpêçînkirin.

Dilêr Selîmî, roja Sêşemî 17ê Hezîrana 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li ser rêya Sawe hatibû binçavkirin û piştî çar rojan hevjîna wî ya bi navê Jîla Teşekorî jî bo îdareya Îtilaatê hatibû gazîkirin û binçavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, hêzên îdareya Îtilaatê piştî binçavkirina Dilêr Selîmî bi êrîşkirin bo ser mala wî li Seqizê dest danîbûne ser hemû kelûpelên elektronîkî yên vê malbatê, ji wan telefon û kompiyûterên wan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin