Raporek li ser darvekirina herî kêm 10 girtiyan li girtîgehên Qizilhesar û Miyanduavê

12 December 2024 12:46

Hengaw; Pêncşemî 12ê Kanûna 2024an

Roja Çarşemî aliyê kêm 10 girtî ji wan du welatiyên Kurd, du hevwelatiyên Tirk û hevwelatiyekî Belûc û kesek xelkê Efxanistanê ku berê bi tohmetên wek kuştina bi qest û madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Qizilhesar û Miyanduavê hatine darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 11ê Kanûna 2024an, sizayê darvekirina çar girtî yên bi navên Ehmed Cehanxanî ji Kerecê, Sîrûs Ehmedî ji Kirmaşanê, Meysem Karger ji Îlamê û Hesen Yûsifî ji Tehranê ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê, navenda parêzgeha Elborzê hate birêveçûn.

Hevdem sê girtiyên din ên bi navên Rehman Serlek ji bajarê Elîguderzê yê ser bi parêzgeha Loristanê, Nasir Şahûzehî (Texeşî) ji Zahidanê û Îman Muqedem ji Weramînê digel kesek din ê xelkê Efxanistanê yê bi navê Ebdulah Tacîk ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li vê girtîgehê hatine darvekirin.

Pêka çavkaniyên Hengawê, Mesûd Celîliyan ji Kirmaşanê û Hesen Mensûrî ji Kuyeştê ku bo odeyên takekesî hatibûne veguhastin, sizayê wan nehatiye cîbicîkirin. Ev du welatiyane bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatine sizadan.

Ji aliyek dinê ve du girtiyên Tirk yên bi navên Secad Ezîzî û Îbrahîm Welîzade ku berê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan, sizayê wan li girtîgeha navendî ya Miyanduavê hate birêveçûn. Ev du hevwelatiyane xelkê gundê “Nesîr Kendî” yê ser bi bajarê Miyanduavê bûne ku berê bi tohmeta kuştina bi qest ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Yek ya Miyanduavê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van deh girtiyane, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin