Kolberek li ser sînorê Pîranşarê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin
Hengaw; Pêncşemî 12ê Kanûna 2024an
Kolberekî xelkê Pîranşarê yê bi navê Ebdulah Me`irûfî di dema kolberiyê de li bilindahiyên bajarê Pîranşarê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bi dijwarî hate birîndarkirin. Navbirî rastî sê gulleyan hatiye.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 11ê Kanûna 2024an, hêzên leşkerî li bilindahiya sînorê "Sê Çoman" ê ser bi bajarê Pîranşarê hejmarek kolber dane ber gulleyan û di encamê de kolberek bi navê Ebdulah Me`irûfî yê xelkê gundê "Gezgesk" ê girêdayî bajarê Pîranşarê bi giranî hate birîndarkirin.
Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev kolbere bi bê agehdarkirina berê û bi çeka kilaşînkofê ji aliyê zik, ling û destê xwe ve bûye armanca gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî.
Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, Ebdulah Me`irûfî piştî vê ku bi teqeya hêzên leşkerî hatiye birîndarkirin ji bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya nû ya Pîranşarê (Qasim Silêmanî) hatiye veguhastin û neştergerî bo hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, Ebdulah Me`irûfî xîzandar û bavê du zarokan e.