Kirmaşan; Sizayê salek girtîgeh û valakirina perê nexdî bi ser Behmen Nadirî de hate sepandin

12 December 2024 14:38

Hengaw; Pêncşemî 12ê Kanûna 2024an

Behmen Nadirî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Kirmaşanê ku di duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de hatibû girtin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sizayê salek girtîgeha ragirtî (teilîqî) û valakirina 10 milyon Tumen sizayê nexdî bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 11ê Kanûna 2024an, Behmen Nadirî yê temen 33 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a vî bajarî ve sizayê salek girtîgeha ragirtî û valakirina 10 milyon sizayê nexdî bi ser de hate sepandin.

Ev welatiyê Kurd rêkefta 10ê Îlona 2024an, di duyemîn salvegera kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî de ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve di mala xwe de hatibû girtin û piştî mehek binçavkirin ji girtîgehên Spahê bo girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin û roja 30ê Cotmeha îsal bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî bi awayekî demkî û heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.

Behmen Nadirî berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Kirmaşanê ve bi tohmeta “propagendekirin li dijî hikûmetê” 6 meh girtîgeha sepiyayî (teizîrî) û valakirina 8 milyon Tumen perê nexdî bi ser de hatibû sepandin.

Hêjayî gotinê ye ku, Behmen Nadirî 12ê Îlona 2023an di salvegera tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin û piştî hefteyek girtin bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Ew roja Yekşemî 28ê Çileya 2024an jî, ji aliyê Dozgeriya Giştî û Şoreş a Kirmaşanê ve hatibû gazîkirin û piştî çend demjimêr binçavkirin û lêpêçînkirin bi danîna barimteyê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin