Sine; Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa Seyran Xusrewî ya çalakvana mafê jinan
Hengaw; Pêncşemî 12ê Kanûna 2024an
Seyran Xusrewî, çalakvana mafê jinan a xelka bajarê Sinê ji 25 roj berî niha ve ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye binçavkirin û heya niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wê ber dest nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 25 roj ji binçavkirina Seyran Xusrewî ya temen 37 salî ya çalakvana mafê jinan a xelka Sinê, heta niha zanyariyek derbarê rewş û qedera navbirî li ber dest nîne û lipeyketinên malbata wê di vê derbarê de bê encam maye.
Seyran Xusrewî, sibêdeha roja Sêşemî 19ê Mijdara 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi çêkirina rewşeke tirsê û bi awayekî neyasayî derbasî nav mala wê bûn û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Seyran Xusrewî di heyam girtina xwe de ji hemû mafên destpêkî yên wekî pêwendiya telefonî, mafê hevdîtina rû bi rû bi malbata xwe re û destpêregihîştin bi parêzer hatiye bêparkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin û çarenivîsa vê welatiya Kurd li ber dest nîne.