Kirmaşan; Mes`eb Sebzewarî, kolberê xelkê Rewanserê ji ber kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da

13 December 2024 11:35

Hengaw; Înê 13ê Kanûna 2024an

Mes`eb Sebzewarî yê kolberê xelkê navçeya Şaho ya ser bi bajarê Rewanserê ku sê roj berî niha bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê li navçeya sînorî ya Newsûda Pawê bi giranî hatibû birîndarkirin, ji ber kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 13ê Kanûna 2024an, Mes`eb Sebzewarî yê kolberê xelkê gundê "Qişlax" ê girêdayî navçeya Şaho ya ser bi bajarê Rewanserê bi sedema vê ku bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatibû birîndarkirin, ji ber kûrahiya birînan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Mes`eb Sebzewarî sibêdeha roja Çarşemî 11ê Kanûna 2024an, li navçeya sînorî ya Newsûda Pawê, bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê bi dijwarî hatibû birîndarkirin. Ev kolberê ciwan xîzandar bû.

Berê Hengawê di vê derbarê de li gorî çavkaniyeke agehdar nivîsîbû ku, Mes`eb Sebzewarî ji aliyê ser û rûyê xwe ve hatiye birînarkirin û piştî birîndarbûnê bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin