Xuremava; Girtina dubare ya Nesrîn Şakeremî ji endama malbatên dadxwaz ji aliyê hêzên ewlehî ve
Hengaw; Şemî 14ê Kanûna 2024an
Nesrîn Şakeramî ji endama malbatên dadxwaz û dayîka Nîka Şakeramî ji canjidestdatiyên tevgera Jin Jiyan Azadî, piştî amadebûn li binkeya navendî ya Îtilaatê li Xuremavaya navenda parêzgeha Loristanê ji bo cara duyem di heyama mehên borî de hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 14ê Kanûna 2024an, Nesrîn Şakeramî ji endama malbatên dadxwaz, piştî amadebûna li binkeya navendî ya Îtilaatê li Xuremavayê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyên agehdar, Nesrîn Şakeramî di van rojên dawî de çendîn caran ji bo wergirtina ev kelûpelên wê ku dest bi ser de hatine girtin, ji wan telefona wê, serdana binkeya navendî ya Îtilaata Xuremavayê kiriye, lê kelûpelên wê nehatine radestkirin. Îro jî piştî ku dubare serdana vê navendê kiriye, ew û xwîşka wê ya bi navê Şeyda hatine girtin, lê Şeyda piştî heyamekê hate berdan.
Nesrîn Şakeremî li rêkefta 30ê Mijdara 2024an, piştî 46 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteya 5 milyard Tumenî û bi awayekî demkî hatibû berdan û hevdem bi salek girtîgehê hatibû sizadan.
Ev dayîka dadxwaz, tevî ku salek girtîgeh bi ser de hatiye sepandin, du sal qedexeya çûn bo derveyî welat, du sal qedexeya mana li parêzgeha Loristanê û du sal jî qedexeya çalakîkirin di nav torên civakî de bi ser de hatiye sepandin.
Berê Elî Umîdî yê parêzerê Nesrîn Şakeramî, tohmetên ku bi ser Nesrîn Şakeremî de hatibûne sepandin bi “bêrêzîkirin bi pîroziyên olî û belavkirina mijarên nerast bi mebesta handana raya giştî, propagandekirin li dijî hikûmetê, handana xelkê bo şer û kuştinê û bêrêzîkirin bi Xamneyî û Xumeynî” dabû zanîn.
Nesrîn Şakeremî, roja 16ê Cotmeha 2024an li Xuremavaya parêzgeha Loristanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin.
Nîka Şakeremî ya temen 16 salî ya xelka Loristanê û rûniştiya bajarê Tehranê li meşa tevgera Jin Jiyan Azadî, piştî binçvakirin ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dabû û termê wê piştî 9 rojan bi bê agahî radestî malbata wê hatibû kirin.