Mehabad; Ramiyar Ebûbekrî û Siyaweş Sultanî ji malbatên dadxwaz bi tundûtîjî hatine girtin

03 September 2024 12:06

Hengaw; Sêşemî 3ê Îlona 2024an

Ramiyar Ebûbekrî, birayê 16 salî û dadxwaz ê Zaniyar Ebûbekirî digel Siyaweş Sultanî yê kurê Kubra Şêxeseqa ji canjidestdayiyên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” li Mehabadê, bi awayekî tundûtîjî ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sibêdeha roja Sêşemî 3ê Îlona 2024an, Ramiyar Ebûbekirî yê 16 salî û ji endamê malbata dadxwaz ê xelkê Mehabadê, li mala xwe ya malbatî bi êrîşa hêzên Îtilaatê hate girtin.

Hevdem van hêzan Siyaweş Sultanî ê kurê Kubra Şêxeseqa li mala wî binçav kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke Hengawê, hêzên ewlehî di dema binçavkirina van du endamên dadxwaz de endamên malbata wan ji wan bav û dayîka Zaniyar Ebûbekirî rastî lêdan û kutanê anîne. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, zanyariyek serast derbarê girtin, tohmetên li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van du welatiyên Kurd li ber dest nîne û lipeyketinên malbatên wan di vê derbarê de bê encam maye.

Zaniyar Ebûbekirî, ciwanê 21 salî û xelkê Mehabadê roja Pêncşemî 27ê Cotmeha 2022an, li nêzî felekeya Sîmurx a vî bajarî ji aliyê hêzên hikûmetî ve bi çeka Klaşînkofê ji aliyê pişt ve bû armanca gulleyan û canê xwe ji dest da.

Kubra Şêxeseqa, welatiya 52 salî û xelka Mehabadê jî, roja Pêncşemî 27ê Cotmeha 2022an, di şeqama Mela Camî ya vî bajarî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hate kuştin. Gulleyên şer bi geviya wê ketibûn.


Di vî warî de zêde bixwînin