Raporek derheq birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî xelkê Qurwê li girtîgeha navendî ya Hemedanê
Hengaw; Şemî 23ê Mijdara 2024an
Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd û xelkê bajarê Qurwê yê bi navê “Mêysem Nûrî” ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi “madên hişber” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Hemedanê hate birêveçûn. Di heman rojê de sizayê darvekirina Emîrhusên Rostemî yê girtiyê Kurd û xelkê Serpêla Zehawê jî hatibû cîbicîkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 21ê Mijdara 2024an, sizayê darvekirina Mêysem Nûrî yê xelkê Qurwê li girtîgeha navendî ya Hemedanê (girtîgeha Elwendê) hate birêveçûn.
Ev girtiye sê sal berî niha bi tohmeta madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd di dema binçavkirinê de ji aliyê hêzên hikûmetê ve rastî gullereşandinê hatibû û birîndar bibû û piştî başbûna rewşa navbirî, bo girtîgeha Hemedanê hatibû veguhastin.
Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd li medyayên hikûmetî û bi taybetî yên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.