Birêveçûna sizayê darvekirina girtiyekî li girtîgeha navendî ya Melayirê

14 December 2024 20:34

Hengaw; Şemî 14ê Kanûna 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Şêx Hesen Îbrahîmî” yê xelkê navçeya Gerawen a ser bi bajarê Kuyeştê ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Melayirê hate birêveçûn.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 14ê Kanûna 2024an, sizayê darvekrina Şêx Hesen Îbrahîmî yê xelkê gundê “Çah Xêyr” ê ser bi bajarê Kuyeşta Loristanê, li girtîgeha navendî ya Melayira Hemedanê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev girtiye beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê, heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî jî yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin