Girtîgeha Qizilhesarê; Saman Mihemedî Xiyare, girtiyê siyasî yê Kurd ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hate veguhastin

15 December 2024 20:23

Hengaw; Yekşemî 15ê Kanûna 2024an

Saman Mihemedî Xiyare, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Sinê ku berî niha bi tohmeta “miharibe” bi rêya "endametî di girûpên dijî şoreşê de" ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve sizayê darvekirinê bi ser de hatibû sepandin, ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hate veguhastin û malbata navbirî ji bo dawî hevdîtinê hatine gazîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 14ê Kanûna 2024an, Saman Mihemedî Xiyare, girtiyê siyasî yê 34 salî û xelkê bajarê Sinê ji bo birêvebirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî ya girtîgeha Qizilhesara Kerecê yê ser bi parêzgeha Elborzê hatiye veguhastin. Navbirî di dema binçavkirinê de 19 salî bûye û di heyama 15 salên borî de ji mafê azadiya demkî (mirexesî) bêpar bûye.

Çavkaniyeke nêzî malbata Mihemedî tevî piştrastkirina vê nûçeya Hengawê daye zanîn ku: "Roja şemî hejmarek ji endamên malbata Mihemedî ji bo dawî hevdîtina digel Saman çûne Kerecê û biryar e ku di heyama demjimêrên bê de sizayê navbirî were cîbicîkirin."

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Saman Mihemedî 15 sal berî niha ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer "Ebulqasim Selewatî" bi tohmeta "miharibe" û "endametî li girûpên dijî şoreşê yên girêdayî bi dezgehên Îtilaatî yên derveyî welat" sizayê darvekirinê bi bser de hatibû sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, Saman Mihemedî li heyama binçavkirinê de û herwiha li birêveçûna kombûna dadgehê ji mafê destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkirî hatibû bêparkirin.

Xizmeke vî girtiyê siaysî ji Hengawê re gotiye; "Saman di halekê de bo birêvebirina sizayê darvekirnê bo odeya takekesî hatiye veguhastin ku sala borî sizayê darvekirina wî hatibû hilweşandin û 15 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û biryar bû ku şeva Yeldaya îsal ji girtîgehê were azadkirin".

Li gorî çavkaniyên agehdar, Saman Mihemedî Xiyare di heyama binçavkirinê de bi dijwarî hatibû îşkencekirin û di bin îşkenceyê de hatibû neçarkirin ku li dijî xwe îtirafên bi zorê bike û kuştina Xelîfe Îbrahîm Ferhadî li bajarê Qurwê û herwiha kuştina hêzekî nizamî li bajarê Sinê li xwenîşandanên 2009an ku bi "Tevgera Kesk" hatibû naskirin bikişîne situyê xwe.

Malperên hikûmetê berî niha nûçeya sepandina sizayê îdamê bi ser hejmarek ji endamên grûpekê de belav kiribû ku du kes ji hêzên Întizamî, Mela Burhan ê pêşnimêjê demkî yê Sinê û pêşnimêjê Mizgefta Qoba ya vî bajarê, Mihemed Şêxulselam ê nûnerê hikûmetê li Sinê di meclîsa "Xubrêgan" a rêberî de û Xelîfe Îbrahîm Ferhadî li bajarê Qourwê kuştine.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin