Zeyneb Celaliyan di devedeva hevdehemîn sala girtîgeha xwe de; Herwisa ji tedawiyên pizîşkî bêpar e
Zeyneb Celaliyan, di demekê de ku tenê sê hefte bo derbasbûna nav 17 saliya
Hengaw; Duşemî 5ê Şibata 2024an
Zeyneb Celaliyan, di demekê de ku tenê sê hefte bo derbasbûna nav 17 saliya girtîgeha xwe (5823 roj) maye, lêpirsînên li dijî wê di bin zext û givaşan de berdwam in û ji mafê tedawiyên pizîşkî bêpar e. Navbirî kevintirîn girtiya siyasî ya jin li Îranê tê hesibandin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî ku dîtina çavê Zeyneb Celaliyan di metirsiyeke cidî de ye û nexweşiyên xitimîna dev, asm û gurçik heye, herwisa bi dijayetiya berpirsên girtîehê ji wergirtina tedawiyên pizîşkî bêpar e.
Zeyneb Celaliyan zêdetirî 3 salan e bi bê ti qinaeteke yasayî bo girtîgeha Yezdê hate dûrxitin û di vê heyamê de bêyî cudakirina tawanan di vê girtîgehê de, ji hemû mafên sereke yên weke azadiya demkî (mirexesî) û hevdîtin bi malabata xwe re bibêpar bûye.
Nûçeyên dawî li ser rewşa vî girtiya siyasî, îşareyê bi vê yekê dikin ku di heyama vê dawiyê de, dema ku kelepçekirî bûye, çendîn caran ji aliyê hejmarek ji hêzên îdareya Îtilaatê ve li bajarê Yezdê bi berdewamî hatiye lêpirsînkirin.
Ev girtiya siyasî di dema lêpirsînan de gef li wê hatiye xwarin ku eger “poşmaniya xwe neyîne ziman” ew dê heta heta ji mafên ku heta niha jê re nehatine dayîn bêpar bimîne.
Zeyneb Celaliyan, ji bilî îşkenceyên derûnî û fîzîkî, gelek caran bi bê sebebeke diyarîkirî di navbera girtîgehên cuda de ji wan girtîgehên Xoyê, Êvîn, Kirmaşan, Qerçeka Weramîn, Kirman û Yezdê hatiye veguhestin.
Navbirî herwisa, aliyê kêm du caran di heyama girtina xwe de bi nexweşiya “Covid-19” ketibû ku di her du caran de jî, ji mirexesiya bo çareseriya pizîşkî hatibû bêparkirin û ti carî tedawiyên pizîşkî wernegirt.
Çar endamên vê malbatê di Zivistana sala 2022an de, piştî belavkirina peyameke vîdyoyî ku Guzel Hecîzade, dayîka Zeynebê daxwaza alîkariyê kiribû, hatibûne girtin. Piştî belavbûna vê peyamê dayîka Zeyneb û birayên wê Paşa, Îbrahîm û Yûsif Celaliyan li Makûyê şev û rojekê hatibûn binçavkirin. Di dawiyê de ji ber ku Guzel Hecîzade li girtîgehê ji hişê xwe çû, hatibûne berdan.
Zeyneb Celaliyan di 26ê Şibata 2008an de, li ser rêya Kamêran-Kirmaşanê hatibû girtin û di meha Mijdara 2008an de ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Kirmaşanê bi serokatiya dadwer Muradî bi tohmeta derketina neyasayî ji derweyî welat bi salek girtîgehê û bi tohmeta "muharibe" ji rêya endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi îdamê hatibû sizadan.
Sizayê darvekirina Zeyneb Celaliyan di sala 2009an de ji aliyê Dîwana Bilind ve hate piştrastkirin û di meha Mijdara 2011an de hate efûkirin û bi girtîgeha heta hetayî hate guherîn.
Zeyneb Celaliyan girtiya siyasî ya Kurd, jidayîkbûya sala 1982an û xelka gundê "Dîm Qişlaq"ê yê ser bi bajarê Makûyê ye û ji sala 2008ê ve bi bê mafê mirexesiyê di girtîgehê de ye.