Di meha Şibata 2024an de aliyê kêm 10 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

Di heyama meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 10 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê v

01 March 2024 17:01

 

Hengaw; Înê 1ê Adara 2024an

Di heyama meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 10 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha Çileya 2024an ku 74 girtî hatibûne darvekirin, 64 ji sedî kêm kiriye.

Hengaw li ser wê baweriyê ye ku bi sedema destpêkirina hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê di vê mehê de, leza cîbicîkirina sizayên darvekirinê kêm bûye û egera wê yekê heye piştî hilbijartinan dîsan cîbicîkirina sizayê darvekirinê zêde bibe.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatinî tomarkirin, di heyama meha Şibata 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 10 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya 9 kes ji van girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Li gorî vê raporê, di heyama meha Şibatê de aliyê kêm sizayê darvekirina 3 girtiyên Tirk û girtiyek Kurd hatiye cîbicîkirin. Herwisa di meha borî de aliyê hevwelatiyekî Efxanistanê û hevwelatiyekî Iraqî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Di meha borî de, jineke xelka Tewrêzê ya bi navê “Hacer Etabekî” li girtîgeha navendî ya Qezwînê hatiye darvekirin.

Zêdetirîn girtî di girtîgehên parêzgeha Zencan û Qezwênê de hatine darvekirin ku di meha Şibatê de li her yek ji wan parêzgehan du girtî hatine darvekirin. Li girtîgehên parêzgehên Urmiye, Tewrêz, Erdebîl, Qum, Hemedan û Îsfehanê di her yek ji wan de darvekirina girtiyekê hatiye tomarkirin.

Ji gelempera 10 girtiyên ku di meha Şibata 2024an de hatine darvekirin, tenê kesek ji wan beranberî 10 ji sedî ji gelempera haletan di medyayên fermî yên Îranê û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin.

 

Cudakirin li gorî tohmetan

Tevahiya girtiyên ku di meha borî (Şibata 2024an) de hatine darvekirin bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi zanebûn bi darvekirinê hatibûn sizadan.

Tohmetdar bi kuştina bi zanebûn: 5 halet

Tohmetdar bi madên hişber: 5 halet


Di vî warî de zêde bixwînin