Girtîgeha Sebzewar; Jinek hate darvekirin

Sizayê darvekirina girtiyeka jin ya xelka bajarê Sebzewar a bi navê “Zehra Nezeriy

01 February 2024 10:19

 

Hengaw; Pêncşemî 1ê Şibata 2024an

Sizayê darvekirina girtiyeka jin ya xelka bajarê Sebzewar a bi navê “Zehra Nezeriyan” ku beriya niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn”ê bi îdamê hatibû sizadan, di girtîgeha navendî ya vî bajarî de bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 31ê Çileya 2024an, sizayê darvekirina Zehra Nezeriyan, di girtîgeha navendî ya bajar Sebzewarê de bi rê ve çû.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Zehra Nezeriyan, çar sal beriya niha bi tohmeta kuştina mêrê xwişka xwe hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina navbirî, heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de aliyê kêm 22 girtiyên jin di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin.


Di vî warî de zêde bixwînin