Di meha Çileya 2024an de aliyê kêm 74 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

Di heyama meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 74 girtiyan

02 February 2024 12:58

 

Hengaw; Înê  2ê Şibata 2024an

Di heyama meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 74 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Di vê heyamê de 7 girtiyên siyasî û olî hatine darvekirin û 46 ji sedî ji girtiyên ku di tevahiya Îranê de hatinî darvekirin, welatiyên Kurd bûne.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatinî tomarkirin, di heyama meha Çileya 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 74 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye ku zêdetirîn halet bi 46 haletan, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bûne. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya 73 kes ji van girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Li gorî vê raporê, di heyama meha Çileyê de aliyê kêm sizayê darvekirina 34 girtiyên Kurd beranberî %46 ji gelempera haletan, 7 girtiyên Tirk beranberî %9.5 ji gelempera haletan û 5 girtiyên Belûç beranberî %6.5 ji gelempera girtiyên hatinî darvekirin e. Herwisa di meha borî de aliyê kêm du hevwelatiyên Efxanistanê li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Di meha borî de 7 girtiyên siyasî û olî hatine darvekirin ku şeş kes ji wan, girtiyên siyasî û olî yên Kurd bûne. Herwisa jinek li girtîgeha Sebzewara parêzgeha Xurasana Rezewî jî hatiye darvekirin.

Zêdetirîn girtî di girtîgehên parêzgeha Elborzê de hatine darvekirin ku 39 halet in. Piştî girtîgehên parêzgeha Elborzê, zêdetirîn girtî di girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî de 7 halet, parêzgeha Hemedan 6 halet û parêzgeha Fars û Gîlan her yek ji wan 4 halet hatine darvekirin.

Ji gelempera 74 girtiyên ku di meha Çileya 2024an de hatine darvekirin, tenê 12 kes ji wan beranberî 16 ji sedî ji gelempera haletan di medyayên fermî yên Îranê û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin.

 

Cudakirin li gorî tohmetan

Zêdetirîn girtiyên ku di meha borî (Çileya 2024an) de hatine darvekirin bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûn sizadan ku 46 halet beranberî %62 ji gelempera haletan bûye.
 

Çalakvanên siyasî û olî: 7 halet

Tohmetdar bi kuştina bi zanebûn: 16 halet

Tohmetdar bi madên hişber: 46 halet

Tohmetdar bi diziya çekdarane: 5 halet


Di vî warî de zêde bixwînin