Hengaw li ser metirsiya cidî ya îdamkirina du girtiyên olî yên Kurd huşdariyê dide

04 May 2024 18:50

Hengaw; Şemî 4ê Gulana 2024an

Xusrew Beşaret û Kamran Şêxe, du girtiyên olî yên Kurd ên xelkê bajarê Mehabadê, di bin metirsiya bidarvekirinê de ne. Di vê dawiyê de ji malbatên herdu hevdusiyeyan re hatiye gotin ku dê di rojên bê de cezayê darvekirina wan bê cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, jiyana Xusrew Beşaret û Kamran Şêxe, girtiyên olî yên Kurd ên xelkê bajarê Mehabadê ku pênc kes ji wan kesane hevdosiyeyên wan bûn, bi tometên heman rengî hatibûn bidarvekirin, di metirsiyê de ne û egera wê yekê heye di rojên bê de sizayê darvekirina wan were cîbicîkirin.

Hengawê ji rêya çavkaniyên xwe ve hatiye agehdarkirin ku, Xusrew Beşaret, hevdem digel darvekirina Enwer Xizrî yek din ji hevdosiyeyên wî, roja Çarşemî 2ê Nîsanê bo odeya takekesî hatibû veguhastin û sizayê wî roja Yekşemiya hefteya bê dê were cîbicîkirin.

Herwiha ji malbata Kamran Şêxe ku dawî tohmetbarê wê dosiyeyê ye, hatiye ragihandin ku hefteya bê ji bo hevdîtina dawî biçine girtîgeha Qizilhesara Kerecê.

Ew 7 girtiyên Kurd di pêvajoyeke nediyar, ne dadpwerwerane û ne yasayî de, bi zextên navendên ewlehî bo ser Dezeha Dadwerî, sizayê îdamê bi ser wan de hate sepandin û Hengaw tevî huşdarîdana cîbicîbûna sizayê darvekirina wan du girtiyan ku Ii wê dosiyeyê bi cih mane, ji tevahiya civaka cîhanî û mafê mirovî daxwazê dike ku nehêlin sizayê Kamran Şêxe û Xusrew Beşaret bê cîbicîkirin.

Hêjayî behskirinê ye ku, roja Çarşemiya hefteya borî, sizayê darvekirina Enwer Xizrî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di demekê de bi rê ve çû ku navbirî 15 sal ji sizayê xwe yê bê mafê mirexesiyê li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê derbas dikir, di bêdengiyê de bi rê ve çû.

Berê, wate di Payîz û Zivistana sala borî de, sizayê bidarvekirina çar kesên din ji hevdosyeyên navbirî yên bi navên Dawûd Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Eyûb Kerîmî û Qasim Abestê, her di girtîgeha Qizilhesar a Kerecê de hatine cîbicîkirin.

Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Dawûd Ebdulahî, Eyûb Kerîmî û Qasim Abestê, Enwer Xizrî, Xusrew Beşaret û Kamran Şêxe, di 7ê Kanûna 2009an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ev girtiyane bi tohmeta dosyeya kuştina “Ebdulrehman Tîna”, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Meqîse”, bi tometên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî, propagende li dijî hikûmetê, endamê girûpên Selefî û gendelî li ser erdê (ifsad fî erzê)” bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku hukmê navbirî di dawiya sala 2016an de, ji aliyê Taya 41a Dîwana Bilind a Îranê ve bi serokatiya dadwer Razînî hate redkirin û bi mebesta pêdaçûnê bo Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê hatibû şandin. Di Gulana 2018an de, Qasim Abestê û 6 hevdosyeyên din bi tohmeta "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) careke din ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Ev cezaye bi givaşên berdewam ên îdareya Îtilaata Urmiyê ji aliyê Taya 41 a Dîwana Bilind ve hate pesendkirin û roja Duşemî 4ê Adara 2020an, bi awayekî fermî bi Mehmûd Welîzade Tebatebayî, parêzerê van girtiyên olî yên Kurd re hatibû ragihandin. Ev girtiyên han ku di girtîgeha Gewherdeştê de dihatine ragirtin, roja 1ê Tebaxa îsal piştî valakirina vê girtîgehê, bo girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibûn veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin