Avdanan; Fatime Şêxî, çalakvana Kurd ji ber "nîşandana nerazîbûnê derheq darvekirinê" bi girtîgehê hate sizadan

Fatime Şêxî, wekatiya Kurd a temen 22 salî û xelka bajarê Avdananê yê girêdayî parêzgeha Îlamê

15 February 2024 11:29

Hengaw; Pêncşemî 15ê Şibata 2024an

Fatime Şêxî, wekatiya Kurd a temen 22 salî û xelka bajarê Avdananê yê girêdayî parêzgeha Îlamê, bi sedema nîşandana nerazîbûna xwe derheq zêdebûna sizayê darvekirinê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve, salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 13ê Şibata 2024an, Fatime Şêxî, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferî ya Duyem a Avdananê ve bi serokatiya Mihemed Xulamî bi tohmeta "bêrêzîkirin bi pîroziyan" salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Hengaw agehdar bûye ku, Fatime Şêxî ya çalakvana medenî ya xelka Avdananê, meha Cotmeha 2023an, piştî belavkirina storiyekê li ser Înstagrama xwe, bo Dadseraya Giştî û Şoreş a vî bajarî hatibû gazîkirin û piştî rohnkirin û ragihandina tohmetên wê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Pêka belgeyên ku gihîştine destê Hengawê, sizayê yek sal girtîgeha Fatime Şêxî, bo heyama du salan hatiye ragirtin.

Fatime Şêxî, li hember dana vê sizayê nivîsiye ku ev ji ber "bertekên xwe yên nerizayetiya li hember darvekirinê" bi girtîgehê hatiye sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin