Girtiyekî Kurd li girtîgeha Erdebîlê hate bidarvekirin

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd û xelkê Selmasê yê bi navê Îrec Pakî ku beriya

19 February 2024 16:54

 

Hengaw; Duşemî 19ê Şibata 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd û xelkê Selmasê yê bi navê Îrec Pakî ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Erdebîlê bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 19ê Şibata 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Îrec Pakî yê xelkê gundê "Sitûnreş" ê ser bi Selmasê, li girtîgeha navendî ya Erdebîlê hate cîbicîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdra, Îrec Pakî şeş sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, nûçeya darvekirina vî girtiyê di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nezî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin