Suheyb Ehmedî, ciwanê xelkê Ciwanroyê bi teqeya rasterast a hêzên Întizamî hate kuştin

15 December 2024 20:35

Hengaw; Yekşemî 15ê Kanûna 2024an

Ciwanekî xelkê Ciwanroyê yê bi navê Suheyb Ehmedî li şeqamekî vî bajarî bi gulleyên rasterast ên hêzên Întizamî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin. Ev ciwane rastî sê gullayan hatiye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 1:15 xulekên sibêdeha roja Yekşemî 15ê Kanûna 2024an, ciwanekî xelkê Ciwanroyê yê bi navê Suheyb Ehmedî yê temen 24 salî li taxa Bawecanî ya vî bajarî ji aliyê hêzên Întizamî ve bi sê gulleyan hate kuştin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku hêzên Întizamî bi bê ti sedem û bi bê agehdarkirina berê Suheyb Ehmedî ku di nav trombêla xwe de bûye dane ber gulleyan.

Şahidhalekê di vê darbarê de ji Hengawê re gotiye: "Hêzekî Întizamî yê bi paşnavê Şahweysî sê gulle li milê Suheyb Ehmedî xistiye û navbirî kuştiye.

Suheyb Ehmedî yê xelkê Ciwanroyê û “sertiraçer” (berber) bûye û demûdest canê xwe  ji  dest  daye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin