Mehabad; Hejmara welatiyên hatinî girtin li Mehabadê giha bi 7 kesan

15 December 2024 22:06

Hengaw; Yekşemî 15ê Kanûna 2024an

Aliyê kêm 7 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Mehabadê yên bi navê Siyamend Seyîdehmedî, Qadir Xeramanfer, Kemal Mesûdî, Celal Sedefî, Yûsif Qal, Aram Mebzûle û Zanyar Seyîdehmedî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 2ê sibêdeha roja Yekşemî 15ê Kanûna 2024an, Yûsif Qal, Aram Mebzûle, Zanyar Seyîdehmedî û Siyamend Seyîdehmedî, çar ciwanên xelkê gundê "Beyrem" ê ser bi bajarê Mehabadê li encama êrîşa hêzên Îtilaata Spahê li vî bajarî bo ser mala van û bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Hevdem, hêzên Îtilaata Spahê bi êrîşkirin bo ser mala sê welatiyên din ên bi navên Qadir Xeramanfer, Kemal Mesûdî û Celal Sedefî hewla binçavkirina wan dane.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku ev 7 welatiyên Kurd bi awayekî hovane hatine girtin û hêzên ewlehî tevî vekolînkirina mala van welatiyane, dest danîne ser hin kelûpelên wan ên kesî.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev heft welatiyên Kurd bo girtîgeheke ewlehî li Urmiyê hatine veguhastin û lipeyketinên malbatên van derheq agehdarbûn ji çarenivîs û rewşa wan heta niha bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van welatiyên Kurd li  ber  dest  nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin