Elî Bextşahî, çalakvanê siyasî û çandî yê Kurd ji girtîgeha Êvînê hate berdan

15 December 2024 22:23

Hengaw; Yekşemî 15ê Kanûna 2024an

Elî (Diyar) Bextşahî, çalakvanê siyasî û çandî yê Kurd ê xelkê bajarê Deregeze yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî û bi derbaskirina heyama du sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin ji girtîgeha Êvînê ya Tehranê hate azadkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 1ê Kanûna 2024an, Elî Bextşahî yê çalakvanê siyasî yê Kurd ê xelkê Xurasanê, piştî derbaskirina du sal sizayê girtîgeha bi ser de hatibû sepandin bi mirexesiya girêdayî bi azadiyê ji girtîgeha Êvînê hate berdan.

Ev welatiyê Kurd li rêkefta 1ê Şibata 2023an, bo birêvebirina sizayê girtîgeha bi ser de hatibû sepandin hatibû girtin û bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin.

Diyar Bextşahî 17ê Hezîrana 2019an, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer "Meqîse" bi tohmeta "çalakiyên bo vejandina zimanê Kurdî û pêşxistina zimanê dayîkê û piştevanîkirin ji refrandoma Herêma Kurdistanê" bi 5 sal sizayê girtîgehê hatibû sizadan ku ev sizaye piştî daxwaza pêdeçûnê di 10ê Tîrmeha 2019an de, ji aliyê Taya 36 a Dadgeha Şoreşê ve wek xwe hate pesendkirin.

Hengaw hatiye agehdaririn ku, sizayê hatî dayîn li Havîna îsal piştî daxwaza pêdeçûnê bo Dîwana Bilind, hatibû hilweşandin û dubare bo Taya 21 hatibû şandin û piştre sizayê pênc sal girtîgeha navbirî li vî taya dadgehê bi du sal girtîgehê hatibû kêmkirin.

Ev girtiyê siyasî roja Înê 25ê Tîrmeha 2019an, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve li Tehranê hatibû girtin û 26 roj li benda “Elf” ya girtîgeha vê saziya ewlehî hatibû ragirtin û piştre bi danîna barimteyê û heta dawî qonaxên dadgehê  hatibû  berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin