Girtîgeha Urmiye; Raporek ji rewşa xirab a zaroka Suida Xedîrzade ya girtiya siyasî ya Kurd

16 December 2024 19:21

Hengaw; Duşeme 16ê Kanûna 2024an

Ji hefteya borî ve rewşa tendirustî ya Ala (Solîna) ya keça du sal û pênc mehî ya Suida Xedîrzade, girtiya siyasî ya Kurd nebaş hatiye ragihandin û heta niha berpirsên girtîgeha navendî ya Urmiyê, ji her cure hewlek bo pêregihîştin bi vê zarokê re xwe dûr girtine.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, heyama hefteyek e ku Alaya piçûk a keça Suida Xedîrzade rastî nexweşiyê hatiye û ev mijare jî li ser rewşa derûnî ya dayîka wê ya girtî bandor hebûye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, tevî têkçûna tendirustiya vê dayîk û zarokê, berpirsên girtîgeha navendî ya Urmiyê heta niha ti hewlek bo pêregihîştina pizîşkî li derveyî girtîgehê û heta nava girtîgehê jî nedane.

Suida Xedîrzade heyama sê sal û 2 meh û 4 roj e li girtîgehê ye û zêdetirî yek li ser çar a heyama girtîgeha xwe ku 12 sal e derbas kiriye.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li Tebaxa îsla di nûçeyekê de ragihandibû ku, keça vê girtiya Kurd, ji ber rewşa pir xerab a tendirustiya nav girtîgehê, nebûna sîstema hêniker a guncaw û germa zêde di hundurê beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê de rastî hestyariya pîstî hatiye û berpirsên girtîgehê ji veguhastina wê bo navendên dermanî yên li derveyî girtîgehê astengî çê kirine.

Ev girtiya siyasî ya Kurd, tenê carekê di heyama binçavkirina xwe de mirexesî wergirtiye û ew jî, ji Urmiyê çûbû mala xizmekî xwe li Pîranşarê û piştî rojekê ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve hatibû girtin û bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.

Suida Xedîrzade berî niha ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Yekem a bajarê Mehabadê ve bi tometa "hevkarîkirin li kuştina endamekî Spaha Pasdaran û endamtî li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 12 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan. Sizayê navbirî roja Şemî 6ê Îlona 2022an, bi awayekî fermî ji malbata vê girtiya siyasî ya Kurd re hatibû ragihandin.

Navbirî aliyê kêm carekê ku ji xwekujiyê di girtîgehê de rizgar bûye, roja Duşemî 21ê Hezîrana 2022an, di yek ji nexweşxaneyên Urmiyê de bi neştergeriya sezariyen zaroka wê hate dinyayê û piştî rojekê bi bê dawîhatina heyama dermankirinê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû vegerandin.

Suida Xedîrzade roja Pêncşemî 14ê Cotmeya 2021an, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li Pîranşarê hatibû girtin û roja Duşemî 8ê Mijdara heman salê, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin