Urmiye; Suida Xedîrzade, girtiya siyasî ya Kurd digel zaroka xwe bo 20 rojan hatine mirexesiyê

11 February 2025 22:50

Hengaw; Sêşemî 11ê Şibata 2025an

Suida Xedîrzade ya girtiya siyasî ya Kurd a xelka Pîranşarê û girtî di benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê de, ji bo yekem car piştî 45 meh girtîgehê, bi danîna barimteya 2 milyard û 500 milyon Tumenî digel zaroka xwe ya temen 2 sal û 8 mehî ya bi navê Ala Îsmayîlî (Solîna) ku li girtîgehê ji dayîk bûye, bo heyama 20 rojan bo mirexesiyê hatine şandin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 11ê Şibata 2025an, Suida Xedîrzade ya girtiya siyasî ya Kurd a xelka Pîranşarê û girtî di benda jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê de, ji bo yekem car piştî 45 meh girtîgehê, bi danîna barimteya 2 milyard û 500 milyon Tumenî bo heyama 20 rojan bo mirexesiyê hate şandin.

Ala (Solîna) li Havîna îsal ji ber rewşa pir xirab a tendirustiya nav girtîgehê, nebûna sîstema hêniker a guncaw û germa zêde di hundurê beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê de rastî hestyariya pîstê hatibû û berpirsên girtîgehê ji veguhastina wê bo navendên dermanî yên li derveyî girtîgehê astengî çê kiribûn.

Ev girtiya siyasî ya Kurd, tenê carekê di heyama binçavkirina xwe de mirexesî wergirtiye û ew jî, ji Urmiyê çûbû mala xizmekî xwe li Pîranşarê û piştî rojekê ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve hatibû girtin û bo beşa jinan a girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin.

Suida Xedîrzade berî niha ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Yekem a bajarê Mehabadê ve bi tometa "hevkarîkirin li kuştina endamekî Spaha Pasdaran û endama Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 12 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan. Sizayê navbirî roja Şemî 6ê Îlona 2022an, bi awayekî fermî ji malbata vê girtiya siyasî ya Kurd re hatibû ragihandin.

Navbirî aliyê kêm carekê ku ji xwekujiyê di girtîgehê de rizgar bibû, roja Duşemî 21ê Hezîrana 2022an, di yek ji nexweşxaneyên Urmiyê de bi neştergeriya sezariyen zaroka wê hate dinyayê û piştî rojekê bi bê dawîhatina heyama dermankirinê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû vegerandin.

Suida Xedîrzade roja Pêncşemî 14ê Cotmeya 2021an, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li Pîranşarê hatibû girtin û roja Duşemî 8ê Mijdara heman salê, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin