Suida Xedîrzade, girtiya siyasî ya Kurd digel zaroka xwe, piştî hatina mirexesiyê ji Îranê derketin

24 February 2025 18:51

Hengaw; Duşemî 24ê Şibata 2025an

Suida Xedîrzade ya girtiya siyasî ya Kurd a xelka bajarê Pîranşarê digel zaroka xwe ya piçûk ku ji nû ve ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûne mirexesiyê; bo hertimî ji Îranê derketin. Navbirî bi giştî li ser hev bi bê hatina mirexesiyê hezar û dused û 17 rojan di girtîgehê de bû. Zaroka wê di girtîgehê de ji dayîk bû û nêzî sê salan jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, Suida Xedîrzade ya girtiya siyasî ya Kurd a xelka bajarê Pîranşarê di nava mirexesiya xwe de ku bo yekemîn car piştî çendîn meh binçavkirinê wergirtibû, ji Îranê derket.

Navbirî roja Sêşemî 11ê Şibata 2025an, bo yekemîn car piştî 40 meh girtîgeh, bi danîna barimteya 2 milyard û 500 milyon Tumenî digel zaroka xwe ya bi navê Ala Îsmayîlî, bo heyama 20 rojan bo mirexesiyê hatibû şandin.

Suida Xedîrzade heyama girtîgeha xwe bi awayekî dijwar derbas kiribû. Navbirî roja Duşemî 21ê Hezîrana 2022an, di yek ji nexweşxaneyên Urmiyê de bi neştergeriya sezariyen zaroka wê hate dinyayê û piştî rojekê bi bê dawîhatina heyama dermankirinê bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû vegerandin.

Suida Xedîrzade berî niha ji aliyê Dadgeha Keyferî ya Yekem a bajarê Mehabadê ve bi tometa "hevkarîkirin li kuştina endamekî Spaha Pasdaran û endama Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 12 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.

Suida Xedîrzade roja Pêncşemî 14ê Cotmeya 2021an, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li Pîranşarê hatibû girtin û roja Duşemî 8ê Mijdara heman salê, bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû  veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin